NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEVAN ABDURRAHMAN GOK SERBEST HAT BERDAN

Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok ku di 25'ê Nîsanê de li Amedê hatibû girtin, di duyemîn danişîna doza ku derbarê wî de hatibû vekirin de serbest hat berdan.

Danişîna duyemîn a doza ku derbarê edîtorê MA Abdurrahman Gok de bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ye" û "propagandaya rêxistina terorê kirîye" li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dozgerîyê bi girtina dema binçavkirinê daxwaza berdanê kir.

Dadgehê bi şertê qedexeya derketina derveyê welat, biryara berdana wî da. Danişîna dozê taloqê 12'ê Adarê hat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.