NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEVANAN: HETA EDALET PÊK NEYÊ EM Ê BÊDENG NEBIN

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê di derbara 22 kesên ku 20 jê rojnamevan in, di 8'ê Hezîranê de di serdegirtina sazîyên rojnamevanîyê de hatibûn binçavkirin û 8 roj şûnde sewqê dozgerîyê hatin kirin, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî dan.

Di daxuyanîyê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglu dîyarkir ku çapemenîya azad wê li hemberê zextan serî natewîne û xwest rojnamevanên girtî bên berdan. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku rojnamevan ji ber pîşeya xwe hatine binçavkirin û armanca binçavkirina wan, êrîşa li ser zimanê Kurdî ye. Mûftûoglu dîyarkir ku ji bo dawî li bêhiqûqîya ku 8 roj in didome, ew li ber edlîyeyê ne û heta edalet pêk neyê, ew ê bêdeng nemînin. Mûftûoglu, di berdewamîya daxuyanîya xwe de wiha got; “Bi van operasyonan re peyama ‘Eger hûn rastîyan ji raya giştî re bînin em ê we sûcdar bikin û bikin hedef’ tê dayîn.”

Daxuyanî, bi sloganên “Çapemenîya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.