NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEVANAN LI BER EDLÎYEYA AMEDÊ DAXUYANÎ DAN

Yekemîn danişîna doza derbarê rojnamegerên ku di çarçoveya lêpirsîna li Amedê di 8'ê Hezîrana 2022'an de hatibûn binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin, îro li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir.

Sazîyên pîşeyî yên rojnameger, hiqûqnas û sazîyên sivîl piştê ku navber hat dayîn, li ber edlîyeyê daxuyanîya çapemenîyê li dar xistin.

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, dîyar kir ku di dîroka nêz a Tirkîyeyê de yek ji girîngtirîn dozên çapemenîyê ye û wiha got, "Eger hiqûq adîl bihata birêvebirin hempîşeyên we, wê ji zû ve serbest bihatana berdan. Di navberê li hêvîya îdîanameyê man û piştê 13 mehan derketin pêşberê dadger.

Parlamenterê Partîya Çepên Kesk yê Amedê Cengîz Çandar danişînê wekî "Di dîroka hiqûqî ya Tirkîyeyê de yek ji bûyerên şermê" nirxand. Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî got, “Ev doz û darizandin nîşan dide ku li vir rojnamevanî çiqas girîng e. Ez hêvî dikim ku rojnamevan zû bighêjin azadîya xwe." Daxuyanî bi dirûşma "Çapemenîya azad nayê bêdengkirin" û tilîlîyan bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.