NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEYA FERMÎ, MÛÇEYA TEQAWÎDAN Û KADROYA KARMENDAN WEŞAND

Qnûna ku mûçeya herî kêm a teqawîdan wek 7 hezar û 500 lîre û îkramîye jî wek 2 hezar lîre dîyar dike û werastkirina derbarê tayînkirina karmendên wê derbasê kadroyê bibin, di rojnameya fermî de hat weşandin.

Piştê ku qanuna Sîgorteya Civakî û Sîgorteya Giştî guherî, ji bo kesên dahat û mehane jê re tên dayîn, îkramîyeya ku di cejna Remezan û Qurbanê de wek hezar û 100 lîre dihat dayîn wê ji niha û pê de 2 hezar lîre bê dayîn. Mehane herî kêm ya ku li ser dosyayê wek 5 hezar û 500 lîre tê pêşbînîkirin, ji bo kesên teqawîtbûyî û kesên ku mûçeya kalbûn, astengdarî û mehaneya mirîya distînin wê bibe 7 hezar û 500 lîre. Bi qanûnê re li gorî pêdiviyên saziyan dema girtina karkerên demkî jî hat zêdekirin.

Ji bo lezkirina prosedurên teqawîtbûnê yên welatiyên di temenê teqawîtbûnê (EYT) de asê mane, personelên ku li Serokatiya Saziya Ewlehiya Civakî ya bi jimareya 657'an, di navbera 1'ê Nîsana 2023 û 30'ê Hezîranê de 3 mehan mehane 100 saet û saetên zêde yên ku di qanûna bûdceya hikûmeta navendî ya sala 2023an de hatine diyarkirin, bi şertê ku ji 10 qatê derbas nebe, wê mûçe bê dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.