NÛÇEYÊN KURDÎ

RSF: DI 2023AN DE 45 ROJNAMEVAN HAT KUŞTIN, 54 JÎ REHÎN HAT GIRTIN

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ragihand ku tevê qetlîama Gazeyê ve di sala 2023'an de li cîhanê hejmara rojnamevanên hatine kuştin kêm bûye.

RSF: DI 2023AN DE 45 ROJNAMEVAN HAT KUŞTIN, 54 JÎ REHÎN HAT GIRTIN

 

Li gorê bîlançoya RSF 2023, îsal bi giştî 45 rojnamevan dema xebatên xwe yên pîşeyî dikirin hatin kuştin ku 13 ji wan li Gazeyê bûn.

Li gor vê raporê, hat gotin ku kêmbûna hejmara rojnamevanên girtî heta 1’ê Berfanbarê ku bi sedema berdewamîya girtin û berdana rojnamevanan li Îran û Tirkîye di heyama salê de, bûye 521. Îsal li Tirkîyeyê 43 rojnamevan hatin girtin û berdan.

RSF'ê bal kişand ser 54 rojnamevanên ku li çaralîyê cîhanê rehîn hatine girtin û dîyar kir ku ji 7 rojnamevanên ku îsal hatine revandin 2 jê hê jî di destê rêxistinên ku ew revandine de ne.

Ji van rojnamevanan 38 li Sûrîyeyê, 9 li Iraqê, 4 li Yemenê û 1 jî li Meksîkayê rehîn in.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.