NÛÇEYÊN KURDÎ

RTC (WHO) DERBARÊ 4 ŞIRÛBÊN JÊDERKA WAN HINDÎSTAN E HIŞYARÎ DA

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, ji bo 4 şirûbên jêderka wan Hindîstan e hişyarî da.

RTC (WHO) DERBARÊ 4 ŞIRÛBÊN JÊDERKA WAN HINDÎSTAN E HIŞYARÎ DA

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, derbarê mijarê de ji ser hesabê xwe yê Twîtterê beyanat da. Di parvekirinê de hat diyarkirin ku piştê li Gambiyayê şewba gurcikê û mirina 66 zarokan, ji bo 4 dermanên jêderka wan Hindîstan e  hişyariya amûrên tibî hat kirin.

Her wiha Rêxistinê diyar kir, digel ku heta niha ev nexweşî tenê li Gambiyayê hatiye tespît kirin jî, ji ber îhtîmala ku ev her çar derman li derveyî welat jî hatibe belav kirin, hişyarî da û bangewazî li hemû welatan hat kirin ku divê ev derman werin tespît kirin û belav kirina wan were asteng kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.