NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI 4 MEHÊN EWIL DE 479 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tendurîstî û Ewlehîya Karkeran, (ÎSÎG) encamên 4 mehên destpêkê yên sala 2022'an "Rapora Kuştina Kar" eşkere kir.

ÎSÎG: DI 4 MEHÊN EWIL DE 479 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tendurîstî û Ewlehîya Karkeran, (ÎSÎG) encamên 4 mehên destpêkê yên sala 2022'an "Rapora Kuştina Kar" eşkere kir.

Di raporê de ku têde mirina karkerên ciwan cih girt, hate destnîşankirin ku ev mirin bi taybetî di nava karkerên moto-kurye, metal, înşeat û tekstîl de pir giran in. Her wiha hat destnîşankirin ku li qadên çandinî û înşaetê, mirina ji ber karê zarokan pêk hatîye. Di raporê de hat dîyarkirin ku di çar mehên ewil ên sala 2022’an de, herî kêm 479 karkeran jîyana xwe ji dest dane, ji nav wan de jî 33 karkerên jin jîyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hate dîyarkirin ku di xeta înşaet-rêyan de 83 karker, di şaxa veguheztinê de 61 karker, di çandinî-daristanan de 57 karker, di kargeha bazirganîyê de 36 karker, di xeta kargeha metal de jî 35 karker jîyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.