NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI 6 MEHAN DE 842 KEDKAR JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Karkeran (ÎSÎG) rapora 6 mehên ewil ên salê yên kuştinên kar, eşkere kir.

ÎSÎG: DI 6 MEHAN DE 842 KEDKAR JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Karkeran (ÎSÎG) rapora 6 mehên ewil ên salê yên kuştinên kar, eşkere kir.

Li gor rapora ÎSÎG'ê, di 6 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 842 kedkaran jîyana xwe ji dest dane. Di Çileya 2022’an de, 120 karker, di Sibatê de 109 karker, di Adarê de 121 karker, di Nîsanê de 129 karker, di Gulanê de 176, karker di Hezîranê de jî 187 karker, jîyana xwe ji dest dan. Di kuştinên kar de rêjeya mirinê, li gor mehên berê înşeat ji sedî 19 û çandinî jî ji sedî 17 zêde bûye.

Qezayên trafîkê ku di nav sedemên mirinê de ne, bi meha Hezîranê re zêde bûn. Di raporê de rêjeya karkerên 27 salî û biçûktir ên ku di kuştinên kar de mirine, ji sedî 20, rêjeya mirina karkerên 51 salî û mezintir jî, ji sedî 30 bû. Kuştinên kar li gor zayendê jî hatin belavkirin; Di 6 mehên ewil ên sala 2022’an de, 53 karkerên jin û 789 karkerên mêr jîyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.