NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI ÇILE DE 119, DI SIBATÊ DE 182 KARKER JIYANA XWE JI DEST DAN E

Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya Çile û Sibatê ya derbarê mirina karkeran û cinayetên kar de eşkere kir.

ÎSÎG'ê rapora cinayetên kar ên Çile û Sibatê yên ji ber erdhejê taloq kiribû weşand û ragihand ku di meha Çile de 119 karkeran, di meha Sibatê de jî herî kêm 182 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora meha Çileyê, ji 119 karkerên ku di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane, ji sedî 32 ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 19 jî ji ber ketinê pêk hatin e. Li gor rapora Çile hat diyarkirin, sektora ku herî zêde cînayetên kar lê diqewim e înşeat e. Di daneyên ÎSÎG'ê yên rapora meha Sibatê de hat destnîşankirin ku ji 182 karkerên jiyana xwe ji dest dane, ji sedî 53'ê wan li herêmên erdhejê yên Semsûr, Mereş û Hatayê jiyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.