GÜNDEM

ÎSÎG: DI MEHA MIJDARÊ DE 127 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Ewlehî û Tenduristîya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya meha Mijdarê ya cînayetên kar eşkere kir.

ÎSÎG: DI MEHA MIJDARÊ DE 127 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Ewlehî û Tenduristîya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya meha Mijdarê ya cînayetên kar eşkere kir.

Di raporê de hat dîyarkirin ku di meha Mijdarê de 127 karkeran jîyana xwe ji dest dane. Hat dîyarkirin ku di 11 mehên ewil ên sala 2022’an de hezar û 658 karker ji ber pelçiqandin, teqîn, ketina ji bilindahîyê, jehrîbûn û asbestê jîyana xwe ji dest dane. Li gor raporê, hat dîyarkirin ku pir zêde mirin di sektora înşaat û çêkirina rê û daristanên çandinîyê de, bi kêmanî jî di sektora ragihandinê de mirine. Bajarê ku pir zêde karker lê jîyana xwe jidest da ye jî Stenbol, pir kêm jî bajarê Aydin e. Di raporê de hat daxuyandin ku di 11 mehên dawî de ji kesên jîyana xwe ji dest dane 26 zarok di temenên 14 salî û di binê 14 salî de 35 zarok jî temenê wan di navbera 15 û 17 salî de ne. Her wiha 94 karkerên jin û hezar 564 mêr di qezayên kar de jîyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku li Amedê jî di 11 mehan de 21 karkeran jîyana xwe ji dest dan e.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.