NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞÊNÎYÊN TAXA PALÛKEYÊ BIRYARA DEPSAŞÊ PROTESTO KIRIN

Komek welatiyên li taxa Palûkeyê ya navçeya Yenîşehîra Amedê dijîn, ji bo protestokirina qutkirina ceyranê teker şewitandin û rê ji trafîkê re girtin.

ŞÊNÎYÊN TAXA PALÛKEYÊ BIRYARA DEPSAŞÊ PROTESTO KIRIN

Komek welatiyên li taxa Palûkeyê ya navçeya Yenîşehîra Amedê dijîn, ji bo protestokirina qutkirina ceyranê teker şewitandin û rê ji trafîkê re girtin. Şîrketa Firotina Perakende ya Dîcle Elektrîkê (DEPSAŞ) li taxa Palûkeyê ya navçeya Yenîşehîra Amedê,  bi hinceta pêşîgirtina bikaranîna ceyrana qaçax, ji bo sayacên ceyranê li ser dîregan bixin dest bi xebatê kirin. Rageşiya di navbera şêniyên taxê û xebatkarên şîrketa ceyranê de bi rojan e didome. Do bi şev şêniyên taxê çûn ser rêya Xapêtê û rê ji trafîkê re girtin û bi şewitandina tekerên siwareyan biryara DEPSAŞê ya ku ji bo sayacan li ser dîregan bixin protesto kirin. Hat diyarkirin ku di heyama protestoyê de ji ber astengîya di rê de siwareyekê qeza kir. Gelek polês û tîmên agirkujîyê sewqê cîhê bûyerê bûn. Polêsan tekerê ku protestovanan agir pêxistibû bi TOMAyê vemirand û rê ji trafîkê re hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.