NÛÇEYÊN KURDÎ

SÛRÊN AMEDÊ YÊN 5 HEZAR SALÎ BI PÎNEYA KERPÎÇAN LI BER ÇAV E

Li Sûrên Amedê yên 5 hezar salî ku ji alîyê UNESCOyê ve wek Mîrateya Çandî ya Cîhanê hatîye tomarkirin, 40 sal zêdetir e ku pîneyên kerpîç hê li şuna xwe ye.

Di sala 1982an de li beşê Derîyê Mêrdînê yê Sûrên Amedê yên dîrokî li herêma ku wek dikana çîmentoyê tê bikaranîn, li beşeke Sûrê bi kerpîç hatî pînekirin.

 Kerpîçên ku ev 41 sal e hatine çêkirin, li ser Sûrên hezar salan balê dikişîn e. Azîz Kanat (59) ku wê demê dikana wî ya çîmentoyê hebû, anî ziman ku ji bo zarok nekevin wan bi xwe kerpîç lê zêde kirine.

Kanat, anî ziman ku wê demê kesê guh nedida tiştên wisan û wiha berdewamkir:“ew der derî bû, ji bo ku tiryakêş neçin liwir me bi destên xwe derî girt. Em ji sala 1980'an vir ve livir in, me di sala 1982'an de ev der bi destên xwe girt."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.