NÛÇEYÊN KURDÎ

SÛRÎYE: DI ÊRÎŞA HEWAYÎ YA ÎSRAÎL DE 8 LEŞKER MIRIN 35

Hat ragihandin ku Îsraîl li nêzê bajarê Dera yê Sûrîyeyê li dijî enîyên leşkerî, êrîşeke hewayî pêk anî û di encamê de kuştî û birîndar hene.

SÛRÎYE: DI ÊRÎŞA HEWAYÎ YA ÎSRAÎL DE 8 LEŞKER MIRIN  35

Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dewleta Sûrîyeyê SANA ku çavkanîyên rayedarek leşkerî parve kirin de wiha hat gotin: “Îro saet derdora 01:45’an de Îsraîl, ji herêma Golana Sûrîyeyê ya ku di bin dagirkerîyê de ye, li bejahîya Derayê hin enîyên me yên leşkerî hedef girtin.

Di êrîşê de 8 leşker şehîd bûn û 7 leşker jî birîndar bûn.

Rayedarê Leşkerî dîyar kir ku di êrîşê de zîyanên madî jî çêbûne.

Artêşa Îsraîl duh bi şev daxuyanîyeke nivîskî da û ragihand ku ji xaka Sûrîyeyê 2 roket avêtin Îsraîlê û dîyar kir ku ji ber roketên ku Sûrîyeyê avêtin li Girên Golanê yên ku hatine dagirkirin, sîren hatin lêxistin.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku her du roketên ku hat dîyarkirin ji xaka Sûrîyeyê hatine avêtin li erdê vala ketine û artêşa Îsraîlê jî li herêma ku roket lê hatîye avêtin da ber moşekên topan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.