NÛÇEYÊN KURDÎ

SÛRÎYE Û YEKÎTÎYA WELATÊN EREB DI WARÊ ASAYÎBÛNÊ DE LI HEV KIRIN

Di pêvajoya asayîkirina di navbera Sûrîye û welatên Ereb de gaveke krîtîk hat avêtin.

SÛRÎYE Û YEKÎTÎYA WELATÊN EREB DI WARÊ ASAYÎBÛNÊ DE LI HEV KIRIN

Di pêvajoya asayîkirina di navbera Sûrîye û welatên Ereb de gaveke krîtîk hat avêtin.

Yekîtîya Welatên Ereb, erênî kir ku Sûrîye ji nû ve qebûl bike. Yekîtîya Welatên Ereb, endamtîya Sûrî di sala 2011an de piştê derketina şerê navxweyî rawestandibû. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Cemal Ruşdî, ragihand ku biryara ji nû ve qebûlkirina Sûrîyê hatîye pejirandin. Ev biryar di Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ereb de ku li Qahîreya paytexta Misirê, ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin û di encamê de hat qebûlkirin. Endamtîya Sûrîyê ya Yekîtîya Ereb, di mehên yekem ên şerê navxweyî de bi sedema ku Beşar Esed tundî li dijî xwepêşanderan bikar anî hatibû rawestandin. Di van demên dawîn de, di navbera gelek welatên erebî de, di nav wan de serkirdeyên herêmê yên wek Erebistana Siûdî û Misir û hikûmeta Sûrîyê, ji nû ve têkilî hatin danîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.