NÛÇEYÊN KURDÎ

SÛRÎYEYÎ YÊN LI TIRKÎYEYÊ DI ERDHEJÊ DE MIRIN LI WELATÊ WAN HATIN DEFIN KIRIN

Hat ragihandin ku derdora hezar û 500 Sûrîyeyîyên ku li Tirkîyeyê di erdheja Mereşê de li bajarên cûda jîyana xwe ji dest dane, li welatê wan hatin definkirin.

Piştê erdhejên Mereşê çêbûn, li Derîyê Sînor ê Cîlvegozû yê navçeya Reyhanlîya Hatayê qelenalixîyek zêde çêbû. Li gor nûçeya DHAyê Sûrîyeyîyên ku di bin ewlehîya tîmên cendirmeyan de li ber derîyê sînor rêz bûn, piştê qeyda wan yek bi yek hat girtin derbasî welatên xwe bûn. Hat dîyarkirin ku hinek ji Sûrîyeyîyan ji bo beşdarbûna xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên sax bûne û hinek jî ji bo zîyareta xizmên xwe yên ji ber erdhejê zirar dîtine derbas bûne. Hat ragihandin ku piştî erdhejê nêzî 2 hezar Sûrîyeyî derbasî Sûrîyeyê bûne. Her wiha derdora hezar û 500 Sûrîyeyîyên ku di erdheja li Tirkîyeyê de jîyana xwe ji dest dane ji alîyê xizmên xwe ve birin welatên wan û hatin definkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.