NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞÊX SAÎDÊ PÎRANÎ LI AMEDÊ HAT BI BÎR ANÎN

Komeleya Şêx Saîd û Rêhevalên Wî, di salvegera 97’emîn darvekirina wan de li Qada Şêx Saîd kom bûn.

ŞÊX SAÎDÊ PÎRANÎ LI AMEDÊ HAT BI BÎR ANÎN

Komeleya Şêx Saîd û Rêhevalên Wî, di salvegera 97’emîn darvekirina wan de li Qada Şêx Saîd kom bûn.

Di kombûnîya endamê rêxistina Komeleya Şêx Saîd û Rêvehalên Wî” de gelek sazî û dezgeyên civakî û partîyên sîyasî jî beşdar bûn. Hêzên ewlehîyê ji bo daxûyanîyê bi endamên rêxistinên re civîyan û biryar dan ku daxûyanî li ber bircên Amedê were pêk anîn. Daxûyanîya ragihandinê li ber bircên Amedê ku bi pênaseya Derîyê Çîya tê nasîn û berîya 97 salan Şêx Saîdê Pîran û gelek rêhevalên wî li vê taxê hatibûn dervekirin, ji ber vê sedemê, ji vê taxê re têgotin ku Qada Şêx Saîd e.

Rêvebirên Komeleya Şêx Saîd, Serokê Partîya Komunîstên Kurdîstanê Sînan Çîftyurek, li ser navên tifaqa partîyên Kurdîstanî, bangê hikumet û dewleta Tirkîyê kir ku bila êdî dijmintîya Kurdan nekin.

Hevşaredarê Erxenîyê ku wî ji kar girtin û qeyûm danîn cîhê wî Ahmet Kaya, ji bo salvegera Şêx Saîdê Pîran, nêrînê xwe wisa anî ziman: “Em daxwaza mafê definkirin û veşartina hemû şehîdên xwe bi taybetî Şêx Seîd Efendî û hevalên wî dikin. Ev biryara siyasî bi ti rêgezên olî, qanûnî, exlaqî û mirovahî nayê ravekirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.