NÛÇEYÊN KURDÎ

SAETÊN SEFERA OTOBÛSAN YA AMED-DÎCLE’YÊ HAT GUHERANDIN

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatîyan, dema sefera otobûsan a ku diçû Dîcleyê guhert.

SAETÊN SEFERA OTOBÛSAN YA AMED-DÎCLE’YÊ HAT GUHERANDIN

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatîyan, dema sefera otobûsan a ku diçû Dîcleyê guhert. Berî guhertinê, saetên sefera otobûsan ya Amed-Dîcleyê serê sibê saet di 06:30 û êvarê saet di 17:00 de bû. Bi guherîna ku hat kirin re, saeta otobûsa ku di seat 11.00an de ji Amedê diçû bû saet 09:00. Di daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Mezin de, di derbarê saetên derketinê yên otobûsên rêya Amed-Egîl-Dîcleyê de wiha ne; “Derketina ji Amedê saet 06:30, 09:00, 13:00 û 17:00 be, otobûs wê di heman saetê de ji Dîcleyê ber bi Amedê ve biçin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.