NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSAL DI 5 MEHAN DE 7 HEZAR Û 914 ŞÎRÎKET HATIN GIRTIN

Di 5 mehên ewil ên sala 2023’an de nêzê 8 hezar şîrîket hatine girtin.

ÎSAL DI 5 MEHAN DE 7 HEZAR Û 914 ŞÎRÎKET HATIN GIRTIN

Di 5 mehên ewil ên sala 2023’an de nêzê 8 hezar şîrîket hatine girtin.

Li gor daneyên Yekîtîya Ode û Borseyên Bazirganî yên Tirkîyeyê (TOBB) yên di meha Gulana 2023'an de "îstatîstîkên şîrîketên hatine avakirin û girtin" di meha Gulanê de 2 hezar û 79 şîrîket hatine girtin.

Bi vê yekê re di nava 5 mehên îsal (2023) de hejmara şîrîketên hatine girtin bi giştî 7 hezar û 914 şîrîket in. Li gor meha borî hejmara şîrîketên hatine girtin ji sedî 41, hejmara koperatîfan ji sedî 105,7 û hejmara kargehên bazirganîyê yên kesên rast hatine girtin ji sedî 49,8 zêde bûye.

Hejmara şîrîketên ku di meha Gulanê de hatin avakirin li gor meha borî ji sedî 9,4 û hejmara koperatîfên hatine avakirin jî ji sedî 31 zêde bû. Her wiha hejmara kargehên bazirganîyê yên kesane yên hatine avakirin jî, ji sedî 12,3 kêm bû.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.