NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSAL DI 9 MEHAN DE HEZAR Û 356 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN E

Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya 9 mehan a mirinên kar eşkere kir.

ÎSAL DI 9 MEHAN DE HEZAR Û 356 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN E

Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di 9 mehên sala 2022'an de herî kêm hezar û 359 karkeran jîyana xwe ji dest dane.

Di parvekirinê de hat dîyarkirin ku 86 karkerên jin û hezar û 273 karkerên mêr jîyana xwe ji dest dane. Her wiha hezar û 173 karkerên bi heqdest û 186 karkerên xweser jîyana xwe ji dest dane.

Di rapora ÎSÎG'ê de hat diyarkirin: 21 karkerên zarok 14 salî û di bin 14 salî re, 31 karkerên ciwan 15-17 salî, 212 karker 18-27 salî, 659 karkerên 28-50 salî. 280 karkerên 51-64 salî, 80 karkerên 65 salî û mezintir û 76 karkerên temenê wan nehatine zanîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hate diyarkirin ku di 9 mehên sala 2022’an de 75 karkerên koçber jî, jiyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.