NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞANOGER EMEKTAR: EM Ê DEV JI HUNERA KURDÎ BERNEDIN

Berfîn Emektar, bertek nîşanî qedexeyên çalakîyên Çand û Hunera Kurdî da. Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar, dîyarkir ku ew ê tevî hemû astengîyan jî, şanoya bi Kurdî bikin.

ŞANOGER EMEKTAR: EM Ê DEV JI HUNERA KURDÎ BERNEDIN

Berfîn Emektar, bertek nîşanî qedexeyên çalakîyên Çand û Hunera Kurdî da. Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar, dîyarkir ku ew ê tevî hemû astengîyan jî, şanoya bi Kurdî bikin. Emektar, bal kişand ser qedexekirina lîstikên Don Kixot ên bi Kurdî ku ji alîyê Şaredarîya Kocaeliyê Çayirova ve hat qedexekirin. Emektar; “Em ê tu carî dev ji hunera bi Kurdî bernedin.” got. Lîstikvanê şanoyê, anî ziman ku weke Şanoya Bajêr a Amedê, yekem car rastî qedexe û astengîyan nehatine. Emektar, dîyarkir ku ew ê li hemberî hemû êrîşan, xwedî li şanoya Kurdî derkevin û wiha got: "Tişta ku qewimîn nayê wateya ku 'Wan qedexe kirin û em dev jê berdidin'. Em ê tu carî dev ji hunera bi Kurdî bernedin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.