NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎ GUZERGEHA 4 OTOBUSAN LI HATÛÇÛYÊ ZÊDE KIR

Serokatîya Daîreyê ya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarêmezin a Amedê li ser daxwazên welatîyan hin xetên hatûçûyê nû kir û otobusên nû lê zêde kir.

ŞAREDARÎ GUZERGEHA 4 OTOBUSAN LI HATÛÇÛYÊ ZÊDE KIR

Serokatîya Daîreyê ya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarêmezin a Amedê li ser daxwazên welatîyan hin xetên hatûçûyê nû kir û otobusên nû lê zêde kir.

Hat dîyarkirin ku li taxên Tanişik, Guzelkoy, Guvercinlik, Kesikagaç, Elîdolû, Donumlu û li guzergahên 450 Evler, taxa Tûrgût Ozal, Koşûyolû, Gevran, Dagkapi û Zanîngeha Dîcleyê wesayîtek din jî li Hatûçûyê hate zêdekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku li ser daxwazên welatîyan otobusa A2 ku di navbera Zanîngeha Dîcle û Stadyûmê de bi 8 wesayîtan kar dike guzergeha wê heta Girtîgeha Tîpa D û Kume Evlerîyê hate dirêjkirin. Digel van yekan hat dîyarkirin ku xeta Erxenî-Dîcleyê heta navçeya Hênê hate dirêjkirin. Saeta destpêka otobusa Bismilê ya ji Amedê bi rê dikeve wek 06.15 hat dîyarkirin. Otobus dê 20’ê îlonê de dest bi hatûçûyê bikin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.