NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYÊ BI MÎLYONAN PIŞTGIRÎ DA 27 KOMÊN WERZÎŞÊ YÊN AMATOR

Şaredarîya Yenîşehîra Amedê, zêdeyê mîlyonek pere li 27 komên werzîşê yên amator wek piştgirî belav kir.

ŞAREDARÎYÊ BI MÎLYONAN PIŞTGIRÎ DA 27 KOMÊN WERZÎŞÊ YÊN AMATOR

Şaredarîya Yenîşehîra Amedê, zêdeyê mîlyonek pere li 27 komên werzîşê yên amator wek piştgirî belav kir.

Bi beşdarîya Qeymeqam û Wekîlê Şaredarê Yenîşehîrê Mûrat Beşîkcî, Alîkarê Şaredarê Yenîşehîrê Mustafa Temel, 27 Serokên komên verzîşê yên Amator û bi beşdarîya lîstikvanan, civîna belavkirina "Alîkarîya pereyan a ji bo Komên Werzîşê yên Amator" hat lidarxistin.

Beşîkçî di bernameyê de axivî û wiha got, “Em hewl didin ku daxwazên komên xwe yên werzîşê red nekin. Di vê çarçoveyê de heta niha me 1.500.000 TL piştgirîya madî da 16 komên werzişê. Me îro bi tevahî 1.350.000 TL alîkarîya pere da 27 Komên Werzîşê yên Amator ên li navçeya xwe.

Weke malbata Yenîşehîrê em bawerin ku zarok û birayên me yên ji Amedê ji derfetên ku ji wan re hatine dayîn wê zêdetir bedel bidin, bawerîya me bi wan bêdawî ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.