NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYA AMEDÊ JI BO ASTENGDARAN QEYDÊN KURSA E-KPSS DA DESTPÊKIRIN

Li Amedê ji bo hemwelatîyên astengdar ên mezûnê perwerdeya navîn û lîsansa pêşîn, qeydên qursên e-KPSS yên bê pere dest pê kirin.

ŞAREDARÎYA AMEDÊ JI BO ASTENGDARAN QEYDÊN KURSA E-KPSS DA DESTPÊKIRIN

Li Amedê ji bo hemwelatîyên astengdar ên mezûnê perwerdeya navîn û lîsansa pêşîn, qeydên qursên e-KPSS yên bê pere dest pê kirin.

Şaredarîya Bajarê Amedê, di çarçoveya qursên ku ji bo îstîhdamkirina welatîyên astengdar ên ji perwerdeya navîn û lîsansa pêşîn mezûn bûne, kursa E-KPSS ya bêpere vedike.

ji bo kesên ji çav, guh beden û ji alîyê zîhnê xwe astengdarin qeydên kursên ji hev cûda dest pê kirin.

Kesên ku dixwazin xwe qeyd bikin dikarin di navbera 18 û 29ê Îlona 2023an de serî li Navenda Piştevanîya Astengdaran a li Sûmerparkê û Navenda Jîyana Çalak a li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê bidin. Di bernameya perwerdeyê ya ku wê li Midûrîyeta Şaxa Astengdaran a Qada Jîyana Hevpar a Sumerparkê bê dayîn, astengdar li gor şert û mercên bedenî û derûnî wê di nav koman da bên dabeşkirin. Perwerde wê heta roja ezmûnê berdewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.