NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYA AMEDÊ JI BO ZAROKAN KURSÊN PERWEDE Û CIVAKÎ VEDIKIN

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê ji bo zarokên di navbera 6 û 15 salî de kursên civakî û perwerdehiyê veke.

ŞAREDARÎYA AMEDÊ JI BO ZAROKAN KURSÊN PERWEDE Û CIVAKÎ VEDIKIN

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê ji bo zarokên di navbera 6 û 15 salî de kursên civakî û perwerdehiyê veke. Daîreya Xizmetên Civakî ji bo ku di zarokan de eleqeya hînbûnê derbixin û zîrektî û jêhatîbûna wan diyar bibin, wê ji bo zarokên di navbera 6 û 15 salî de qursên matematîka derûnî, lîstikên hiş, hunera mermerkirinê, dersa Qur'anê û perwerdehîya nirx û hêjayan bidin. Di daxuyaniya ku ji teref Şaredariya Bajarê Mezin ve hat dayîn de hat diyarkirin ku zarokên ku dixwazin beşdarê perwerdeyan bibin dikarin bi dê û bavê xwe û nasnameya xwe re serî li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.