NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYA BAJÊR JI BO DANASÎNA AMEDÊ LI STENBOLÊ STAND VEKIR

Li Stenbolê di fûara tûrîzmê de ji bo danasîna Amedê stand hat vekirin.

ŞAREDARÎYA BAJÊR JI BO DANASÎNA AMEDÊ LI STENBOLÊ STAND VEKIR

Li Stenbolê di fûara tûrîzmê de ji bo danasîna Amedê stand hat vekirin.

Şaredarîya Bajarê Amedê di Fûara Turîzm û Geştê ya Welatên Rojhilata Navîn ku îsal cara 26emîne tê lidarxistin de cihê xwe girt.

Di fûara ku li Navenda Fûar û Kongreyê ya TUYAPê bi beşdarîya 600 şirketên ji 30 welatan di navbera 12-15ê Nîsanê de li Stenbolê tê lidarxistin de danasîna Amedê di standa dişibe birca keç a ku li ser qadeke 200 metrekare hatîye çêkirin, tê danasîn. Di fûara ku nirxên dîrokî, turîstîk û çandî yên Amedê û her wiha berhemên herêmî yên ku belgeya qeydê nîşaneya erdnîgarî ya taybet a bajêr lê hene tê pêşandan de otêl, ajansên geştyarî, operatorên geştyarî û pisporên turîzmê yên li bajêr, wê ji mêvan û sektora fûarê re agahîyan parve bikin. Nûnerên derbarê tûrîzma bajêr de, bi vê yekê re ew ê hewl bidin ku potansîyela tûrîzmê ya bajêr zêde bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.