NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYA DÊRSÎMÊ, JI SEDÎ 85 ZEM LI MÛÇEYA KARMENDÊ XWE KIR

Bi peymana ku di navbera Şaredarîya Dêrsimê û Sendîkaya Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê de hat îmzekirin, ji sedî 85 zem li mûçeyê hatkirin.

ŞAREDARÎYA DÊRSÎMÊ, JI SEDÎ 85 ZEM LI MÛÇEYA KARMENDÊ XWE KIR

Bi peymana ku di navbera Şaredarîya Dêrsimê û Sendîkaya Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê de hat îmzekirin, ji sedî 85 zem li mûçeyê hatkirin.

Şaredarîya Dêrsimê di malpera xwe ya înternetê de ragihand ku peyman hatîye îmze kirin, ji bo dîroka di navbera 1ê Adarê ya 2023 û 28ê Nîsana 2024an derbasdar e. Şaredar Fatîh Mehmet Maçoglû, cîgirên şaredar Canan Ay û Ûmût Kaya û endamên Lijneya Rêveber a Sendîkaya Karkerên Giştî ya DÎSK'ê beşdarî peymana kolektîf bûn. Di navbera dîrokên ku bi peymanê hatine dîyarkirin de, 1ê Adarê û pê ve mûçe û mafên civakî yên xebatkar û kedkaran ji sedî 85 zêde bûne. Li gel van mafan 6 lîre heqê rê jî li peymanê hat zêdekirin. Maçoglu her wiha dîyar kir ku piştî peymanên kolektîf ên karkerên taşeron-şîrketan ên di meha Hezîranê de bên kirin, wê ji meha Tebaxê û pê ve saetên xebatê yên karkeran dakeve 7 saetan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.