NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYA SÛRÊ BERNAMEYA "TÛRA BISÎKLETÊ YA BAGIVARÊ" LI DAR XIST

Şaredarîya Navçeya Sûrê ya Amedê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê (DU) bernameya "Tûra Bisîkletê ya Bagivarê" li dar xist.

ŞAREDARÎYA SÛRÊ BERNAMEYA

Şaredarîya Navçeya Sûrê ya Amedê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê (DU) bernameya "Tûra Bisîkletê ya Bagivarê" li dar xist. Hat dîyarkirin ku bername ji bo piştgirîya werzîş û jîyana tendurist ya xwendekaran hatîye lidarxistin. Bername li kampusa Zanîngeha Dîcleyê li ser rêyeke 4 kîlometreyê hat lidarxistin. Qeymeqamê Sûrê û Qeyûmê Şaredarîyê Asim Solak, Alîkarê Şaredar Mehmet Baytar, Midûrê Xizmetên Sporê yê Midûrîyeta Ciwanan û Sporê Aydîn Çetîn û gelek xwendekar û perwerdekar beşdarê bernameyê bûn. Qeyûmê Şaredarîya Sûrê Asim Solak derbarê "Tûra Bisîkletê ya Bagivarê" de daxuyanî da û dîyar kir ku ji bo piştgirî bidin werzîş û jîyana tendurist, xwendekar û ciwan hem ji bo jîyana tendurist hem jî ji bo hatûçûna bisiklêtan teşwîq bikin vê bername li dar xistine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.