NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXÊN EGÎTÎM SENÊ YA AMEDÊ TUNDÎYA LI DIJÎ MAMOSTEYAN ŞERMEZAR KIR

Şaxên Egîtîm Sen'ê ya Amedê, tundîya li dijî Alîkarê Midûrê Dibistana Navîn a Rıdvan Sûer a li navçeya Kayapinara Amedê, ji alîyê dê û bavên xwendekaran ve, bi çalakîya li ber dibistanê hat lidarxistin, protesto kirin.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ji ber gotinên sîyasetmedar û burokratan yên xisarê dide pîşeya mamaosteyan bûne sedema zêdebûna tundîyê. 

Di berdewamîya daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Em bang li hemû alîyên têkildar dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin da ku li dibistanan rê li ber tundîyê bê girtin.

Divê demildest plansazîya çalakîya pêşîlêgirtina şîdetê bê amadekirin. Em weke Egîtîm Sen hemû tundîya li ser xebatkarên perwerdehîyê şermezar dikin. Ji bo mamosteyê xwe yê li Dibistana Navîn a Rıdvan Sûer û ji bo hemû xebatkarên perwerdeyê derbasî.

Ji bo bûyerên bi vê rengê neqewimin em bang li hemû pêkhateyên perwerdehîyê dikin ku bi berpirsyarî rabin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.