NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXA ÎHD'Ê YA AMEDÊ: EM Ê RASTÎYÊN WINDA YA LI TIRKÎYÊ JI CIVAKÊ RE RAGIHÎNIN

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi boneya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayan a Navneteweyî, li ber edlîyeyê daxuyanî da çapemenîyê.

ŞAXA ÎHD'Ê YA AMEDÊ: EM Ê RASTÎYÊN WINDA YA LI TIRKÎYÊ JI CIVAKÊ RE RAGIHÎNIN

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi boneya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayan a Navneteweyî, li ber edlîyeyê daxuyanî da çapemenîyê.

Endamê Lîjneya ÎHD’ê ya Şaxa Amedê Yakup Guven dîyarkir ku windakirina bi zorê ya li girtîgehê, yek ji rêbazên şîdetê yên dewletan e. Guven anî ziman ku windakirina bi zorê, sûcê mirovahîyê ye. Guven, berpirsyarîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li hemberê dewletan bi bîr xist.

Guven, dîyarkir ku li Tirkîyeyê li girtîgehê, windakirinên bi zorê berdewam dikin û bi giranî têkildarê pirsgirêka Kurd in. Guven wiha got; “Li gor daneyên ÎHD û Navenda Bîrnebûnê, di navbera salên 1980-2001’an de û bi giranî di salên 90’î de, hezar û 388 kes ji alîyê ekibên ewlehîyê yê dewletê ve hatine windakirin. Bê guman, em dizanin ku hejmarên rastîn, ji vê pirtir in."

Guven dîyarkir ku ew ê hewl bidin rastîya windayan a li Tirkîyeyê bi dengekî bilind ji raya giştî re ragihînin û têkoşîna "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" heta dawîyê bidomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.