NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXA SES’Ê YA AMEDÊ JI BO 2 ROJAN BIRAYARA BOYQOTA XWARINÊ DA

Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) biryar da ku 2 rojan xwarinên li avahiya navendî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya welidîna jinan û Zarokan boqkot bikin. Şaxa SES'ê ya AMED'ê der barê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku; “Mûxatabê van hemû pirsgirêkan, rêveberî ne. Derbarê bûyerê de ji teref Walîtîyê ve lêpirsîn hat vekirin û hê jî didome.

Sozên ku di hevdîtinên me yên bi rêveberan re hatin dayîn hê jî bi cih nehatine. Lê belê divê were zanîn ku ev taktîka mijûlkirinê dê bi ser nekeve.

Li ser vê bingehê em ê di 20 û 21’ê Cotmeha 2022’an de li navenda Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya jinan û Zarokan 2 rojan boykota xwarinê li dar bixin.

Em diyar dikin ku ger daxwazên me yên mafdar û rewa neyên cîbicîkirin, em ê boykotên xwarinê li seranserê bajêr û li tevahiya Tirkiyê, tevî devjêberdana kar, ji bo ku hem karker û hem jî nexweş bigihêjin xwarinên bi kalîte, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.