NÛÇEYÊN KURDÎ

SAZÎYÊN ELEWÎ BERSIV DAN ERDOGAN “NE DEMOKRATÎK E, DARBEYE!”

Sazîyên Elewîyan hatin cem hev û derbarê daxuyanîya 'Serokatîya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemewî' ya bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de ku ji alîyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve do hat dayîn de, daxuyanî dan.

SAZÎYÊN ELEWÎ BERSIV DAN ERDOGAN “NE DEMOKRATÎK E, DARBEYE!”

Di daxuyanîya bi îmzeya hevpar a sazîyên Elewîyan ya bi navê “Ne Însiyatîfa Elewîyan a Demokratîk e, ev yek darbe ye” de wiha hate gotin; “Em dîyar dikin ku paketa ku Serokkomar ragihandîye, ne pakêta ‘reforma demokratîk’ a ji bo Elewîyan e, berovajî vê yekê êrîşeke bê şekl, bêhêvî û antîdemokratîk a li dijî Elewîyan e. Kesên ku li demokratîkbûnê digerin, divê berîya her tiştê guh bidin civaka Elewî û sazîyên wan ên rewa û wan weke muxatab bihesibînin. Em sazîyên Elewîyan ên li jêr îmze kirine dîyar dikin ku bi salan e em her tim ji diyalogê re vekirî û amade ne. Lê belê weke bi salan e, xuyaye ku çavên rejîmê kor û guhên wê kerr in. Di vê kor û kerrbûnê de her pakêta ku bi gotina 'Min kir' were ragihandin wê ji bilî reflekseke dewletê ya kevneşopî, antîdemokratîk, rastgir ne tiştekî din be.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.