NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞENYAŞAR, 'KOMKUJÎYA ŞENYAŞAR' JI WEZÎRÊ DADÊ PIRSÎ

Parlamenterê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) ê Rihayê Ferît Şenyaşar, ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re dema nîqaşên butçeya sala 2024'an a Wezareta Edaletê de li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de derheqê qetlîama ku li ser malbata wî pêk hat, pirsî.

ŞENYAŞAR, 'KOMKUJÎYA ŞENYAŞAR' JI WEZÎRÊ DADÊ PIRSÎ

Şenyaşar behsa 'nobeda edaletê' ya dayîka xwe Emîne Şenyaşar jî kir û got, "Birêz Wezîr, we karekî dijwar girtîye ser xwe, hûn nikarin pêdivîyên peywîra xwe bi cîh bînin." Şenyaşar ji Wezîr Tunç pirsî, “Eger ev komkujî ne li nexweşxaneya Rihayê li nexweşxaneyeke Enqere an Îzmîrê bihata kirin, ma wê doz bi vî rengê bidomîya?

Pirsa min a duyemîn ji bo Wezîrê Dadê û her kesî ye. Her kes xwedî helwestek e û paşê, em hemî mirov in. Ger bavê we û du birayên we li nexweşxaneyekê bihatana qetilkirin û 4 sal e kesek nehatiba girtin, hun dikarin vê yekê qebûl bikin û jîyana xwe ya asayî bidomînin?”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.