NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞERÊ HAMAS Û ÎSRAÎLÊ DI ROJA 46AN DE BERDEWAM DIKE! 5 HEZARÊ ZÊDETIR ZAROK HATIN KUŞTIN

Pevçûnên ku piştê Operasyona tofana Eqsayê dest pê kirin, 46 roj e berdewam dikin.

ŞERÊ HAMAS Û ÎSRAÎLÊ DI ROJA 46AN DE BERDEWAM DIKE! 5 HEZARÊ ZÊDETIR ZAROK HATIN KUŞTIN

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha 5 hezar û 600 zarok û 3 hezar û 550 jin, tevahî 13 hezar û 300 kes hatin kuştin.

 

Çapemenîya Îsraîlê ragihand ku zêdetirê 310 leşker bi tevahî hezar û 200 Îsraîlî mirine û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Fîlîstînê WAFA ragihand ku di encama êrîşên balefirên şer ên Îsraîlê yên li ser Kampa Nusayrat a li navenda Gazeyê de 17 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.