NÛÇEYÊN KURDÎ

SERDANA HDPÊ: EM NEÇÛBAYA WÊ BIGOTANA HÛN NE SAMÎMÎ NE

Alîkarê Serokê Koma AKP'ê Bulent Turan pirsên nivîskarê Halk TV Îsmaîl Saymaz bersivand û der barê serdana partiya xwe ya HDP'ê ya ku li serê nîqaş tê kirin de daxuyanî da.

SERDANA HDPÊ: EM NEÇÛBAYA WÊ BIGOTANA HÛN NE SAMÎMÎ NE

Alîkarê Serokê Koma AKP'ê Bulent Turan pirsên nivîskarê Halk TV Îsmaîl Saymaz bersivand û der barê serdana partiya xwe ya HDP'ê ya ku li serê nîqaş tê kirin de daxuyanî da. Tûran got, “Eger me serdana wan nekiribaya, wê ji me re bigotana ku hûn ji bo guhertin û werastkirina şarpeya jinan de ne samîmî ne. Wê bigotana çima hûn bi hemû koman re neaxivîn? Em partiyeke ku di derbarê HDP’ê de xwedî helwesteke zelal in.” Turan got, “Ne cara yekem e ku em bi HDP’ê re hevdîtin dikin. Wêneyên ku di pêvajoya qanûna baroyê de di çapemeniyê de hatin weşandin bi bîr bînin. Herwiha her roja sêşemê hemû kom di nav xwe de rojeva parlamentoyê gotûbêj dikin. Mesele ne HDP ye. Mebest ew e ku çima bi aliyên ku grûpek wan heye re pêvajoyê gotûbêj dikin. Ev ne tiştekî xwezayî ye. Ger em neçûbaya me yê xeletî kiribaya.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.