NÛÇEYÊN KURDÎ

SERKEFTÎYÊN PÊŞBIRKA “ÎKÎ GOZUM DÎYARBAKIR” EŞKERE BÛN

Serokatîya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Mijdara borî de li cîhanê cara yekem wek platforma wênekêşîya dîjîtal a bajarekê avakiribû û di vê çarçoveyê Pêşbirka Wêneyên Demsalî ya bi navê “Îkî Gozum Dîyarbakır” ya bi xebatên wênekêşên profesyonel û amator hatibû lidarxistin bi ancam bû

SERKEFTÎYÊN PÊŞBIRKA “ÎKÎ GOZUM DÎYARBAKIR” EŞKERE BÛN

Serokatîya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Mijdara borî de li cîhanê cara yekem wek platforma wênekêşîya dîjîtal a bajarekê avakiribû û di vê çarçoveyê Pêşbirka Wêneyên Demsalî ya bi navê “Îkî Gozum Dîyarbakır” ya bi xebatên wênekêşên profesyonel û amator hatibû lidarxistin bi ancam bû. Ji 50 bajaran 460 wênekêş bi hezar û 601 berheman serî li pêşbirkê dan. Walîyê Amedê û wekîlê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su ragihand ku Fatîh Yilmazê ku ji Nîgdeyê beşdarê pêşbirkê bû, bi wêneyê xwe yê bi navê "Hasbihal" xelata yekem, Kubra Soylû ya ku ji Stenbolê beşdarê pêşbirkê bû jî bi wêneyê xwe yê "Deve Hamami" xelata duyemîn wergirt. Her wiha Emrah Yildizê ku ji Stenbolê beşdarê pêşbirkê bû bi wêneyê xwe yê "Pirê" xelata sêyemîn wergirt. Pir balkêş e ku ji beşdarên Amedê tu kesan derece wernegrit.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.