NÛÇEYÊN KURDÎ

SERLÊDANA TEZMÎNATA BETALÎYÊ GIHÎŞT ASTEKE REKORÊ

Tezmînata betalîyê û tezmînata windakirina kar gihîşt asta rekorê.

SERLÊDANA TEZMÎNATA BETALÎYÊ GIHÎŞT ASTEKE REKORÊ

Tezmînata betalîyê û tezmînata windakirina kar gihîşt asta rekorê.

Li gor daneyên ÎŞKÛR’ê, hejmara kesên ku ji bo tezmînata betalîyê û tezmînata windakirina kar, li gor sala 2017an ji sedî 152 zêde bû û derket mîlyonek û 880 hezar û 801 kesî. Di sala 2020an de hejmara tezmînata betalîyê û serîlêdanên windakirina kar derketîbû mîlyonek û 396 hezar û 362 kesan.

Di sala 2021an de hejmara serlêdanan derket mîlyonek û 880 hezar û 801’ê. Hat dîyarkirin ku hê daneyên sala 2022an nehatine parvekirin, lê tê texmînkirin ku serlêdanên tezmînata betalîyê û tezmînata windakirina kar, îsal zêdetir bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.