NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ AMEDSPORÊ YILDIRIM JI ALÎGIRÊN XWE PIŞTGIRÎ DAXWAZ KIR

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim bang li alîgirên Amedsporê kir û got, "Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi piştgiriya we heye."

SEROKÊ AMEDSPORÊ YILDIRIM JI ALÎGIRÊN XWE PIŞTGIRÎ DAXWAZ KIR

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim bang li alîgirên Amedsporê kir û got, "Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi piştgiriya we heye." Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim li ser hesabê xwe yê twîtterê bangewazî li alîgirên xwe yên ku tîrubûn lê hatibûn qedexekirin kir û piştgirî xwest. Yildirim diyar kir ku wan li gel hemû astengî û zehmetiyan rêya xwe dewam kirîye û bi vê serkeftina xwe re bangî dilê hezkiriyên xwe yên qedexekirî kir û wiha got: “Ew nikarin bikevin maçê, lê em her tim piştgiriya wan li ser xwe hîs dikin. Em serkeftinan diyarî alîgirên Amedsporê dikin. Hêvîdarim wisa berdewam bike û em ê şampiyoniyê wek diyarî pêşkêş bikin." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.