NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ DESOB’Ê EBEDÎNOGLU RAGIHAND KU HESABÊ WÎ YÊ TWITTERÊ HATIYE HACKKIRIN

Serokê Yekîtîya Odeyên Esnaf û Zenaatkarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu ragihand ku dibe ku hesabê wî yê şexsî yê twitterê hatibe hackkirin.

Ebedinoglu di parvekirina xwe de wiha got; “Di 22’ê Gulana 2022’an de, hesabê min yê Twitterê dibe ku hatibe hackkirin. Di hinek parvekirinan de hin kes an jî kesan û hevalên min hedef hatîye girtin. Wekê din, ji hin şopînerên min re rasterast peyam hatîye şandin. Ev tiştên pêk hat sûcê înternetê ye. Ez ji bo tiştê ku qewimî, pir xemgîn im. Her çend ne sûcê min be û ez mexdûr bûm jî, her kesê ku behsa wan hatîye kirin û peyam hatîye şandin ez ji wan lêborîna xwe dixwazim. Min bi rêya parêzerê xwe serî li Serdozgerîya Komarê ya Amedê da. Heta kiryar bên dîtin û cezakirin ez ê pêvajoyê bişopînim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.