NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ DFG’Ê ALTAN: DI ÎDÎANAMEYÊ DE ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de li gelek bajaran lêpirsînek hatibû destpêkirin.

SEROKÊ DFG’Ê ALTAN: DI ÎDÎANAMEYÊ DE ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de li gelek bajaran lêpirsînek hatibû destpêkirin.

Parastina rojnamegeran a di danişîna ewil de ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibû binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin, didome. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin û rojnameger parastina xwe dikin.

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştî xwendina îddianameyê, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdan Altan parastina xwe bi kurdî kir. Altan, di parastina xwe de dîyar kir ku 13 meh in girtî ne lê hêj jî sedema girtina xwe nizanin.

Madem rojnamevan tên darizandin, wê demê divê em jî rojnamevanîyê biparêzin. Ji dîrokê heta roja me zext û sansûra li ser çapemenîyê didome. Hemû tawanbarîyên di îddianameyê de ji hêla raya giştî ve tên zanîn. Di îdianameyê de rojnamegerî tê darizandin.”

Piştî parastina Altan, navbera hate dayîn. Danişîn, bi parastina rojnameger Omer Çelîk didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.