NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ DTBÊ YEŞÎL: DIVÊ DEWLET BI LEZGÎNÎ DESTEKÊ BIDE COTKARAN

Ji ber ku mesref û lêçûnên pembû malîyetê jî xelas nake û piştgirîya dewletê jî qîm nake, cotkar çûne sifrê û li ber îflasê ne.

SEROKÊ DTBÊ YEŞÎL: DIVÊ DEWLET BI LEZGÎNÎ DESTEKÊ BIDE COTKARAN

Ji ber ku mesref û lêçûnên pembû malîyetê jî xelas nake û piştgirîya dewletê jî qîm nake, cotkar çûne sifrê û li ber îflasê ne.  Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl li ser mijarê ji Ajansa Sûrê re axivî û got, “Ji ber ku pembû bi borseya cîhanê ve girêdayî ye, hikûmet di bihayê wê de ne xwedî erka dîyarkirinê ye. Di borsaya cîhanê de pembû ji sedî 100 kêm bû. Niha cotkar nikare pembûyê xwe bifiroşe. Ji ber vê yekê asê ma nin. Divê hikûmet piştgirîyê bide cotkaran. Divê pêwîste deynê cotkaran ên li Banka Ziraatê û prîmên Bağ-Kurê bên taloqkirin. Cotkar neçar in vê mehê pereyên bankê bidin. Niha pembû di destê cotkar de maye. Pêwîst e hikûmet bi lezgînî destekê bide cotkaran. Ger ev destek neyê dayîn, cotkar wê sala bê nikaribin erdê xwe bajon û ne pembû, ne jî wekê din tu çandinîyê bike. Divê hikûmet 5 salan bi faîza sifir deyn bide cotkaran û dayîna deynên heyî taloq bike. Ji bo ku cotkar nekeve destên faîzxwaran pêwîst e piştgirî bê dayîn.” Yeşîl diyar kir ku Dewlet dikare bi rêya Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê jî dest bi kirîna pembû bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.