NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ DTSBÊ YEŞÎL: PÊWISTE HILBERÎNERÊN PEMBO TAVILÊ WERIN DESTEK KIRIN

Serokê Borsaya Tîcaretê yê Amedê Engîn Yeşîl, destnîşan kir ku divê tavilê hilberînerên pembo werin destekirin.

SEROKÊ DTSBÊ YEŞÎL: PÊWISTE HILBERÎNERÊN PEMBO TAVILÊ WERIN DESTEK KIRIN

Yeşîl, beşdarê civîna hilberîner û firoşkarên pembo bû.

Di axaftina xwe de Yeşîl, wiha îfade kir: “Mesrefa hilberîna pembo gelekî zêde bûye. Mesrefa kîloyek pembo li gor sala çûyî ji sedî 120, 150 zêde bûye. Hem li bajarê me û hem jî li herêma me hilberîna pembo zêde dibe. Ji bo bi berdewamî û bi sihet hilberî bê kirin, destekdayin gelekî muhîm e.”

Di berdewamiya axavtina xwe de jî Yeşîl wiha diyar kir: Di hilberîna pembo de mesrefa herî muhîm derman kirin, gubre û mesrefa mazotê ye. Her wiha ceyran û makîneyên dirûnê jî, ji mesrefên herî giran in.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.