NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊN GIŞTÎ YÊN PARTÎYÊN SÎYASÎ DENGÊN XWE DAN

Xebatên dengdayînê yên ji bo dîyarkirina Serokomarê 13emîn û Wekîlên Serdema 28emîn ên Tirkîyeyê, demjimêr di 08:00an de dest pê kir.

SEROKÊN GIŞTÎ YÊN PARTÎYÊN SÎYASÎ DENGÊN XWE DAN

Xebatên dengdayînê yên ji bo dîyarkirina Serokomarê 13emîn û Wekîlên Serdema 28emîn ên Tirkîyeyê, demjimêr di 08:00an de dest pê kir.

Ji bo pêvajoya dengdanê hilbijêr ji saetên serê sibê ve bi awayekî xurt çûn ser sindoqan.

Rêveberên partîyên sîyasî jî, ji bo dengdanê çûn ser sindoqan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Lîseya Cumhurîyetê ya Anadoluyê ya li navçeya Îpekyolu ya Wanê dengê xwe da. Buldan dema zerfa xwe avêt sindoqê wiha got, “Serkeftin ji hemû Tirkîyeyê re”.

Serokê Giştî yê Partîya Komunîst a Kurdistanê û namzetê Parlamenterîyê yê Partîya Çepên Kesk a Wanê Sînan Çîftyurek bi Pervîn Buldan re li heman dibistanê dengê xwe da. Çîftyurek, piştê dengdayînê daxuyanî da û wiha got, "Em hêvî dikin ku ev hilbijartin li Tirkîyeyê bibe sedema demokrasîyê."

Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşener li Lîseya Anadoluyê ya Hacı Sabancı ya Uskudar a Beylerbeyi ya Stenbolê dengê xwe da. Akşener piştê dengdayînê daxuyanî da û got, “Miletê me patron e, çi teqdîr bike ser sera û ser çavan.”

Serokê Giştî yê CHPê û Namzetê Serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglû bi hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglû re, li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya Enqereyê ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û parlementoyê deng da.

Alîkarê Serokê Giştî yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan tevî hevjîna xwe Zeynep Babacan dengên xwe dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.