NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ OSB A AMEDÊ FÎDAN: ARMANCA ME EW E KU ÎXRACAT BIBE 1 MILYAR DOLAR

Serokê Lîjneya Rêvebirîya OSB ya Amedê Mustafa Fîdan ragihand ku armanca wan ew e ku di sala 2024an de rêjeya îxracata Amedê bibe 1 milyar dolar

SEROKÊ OSB A AMEDÊ FÎDAN: ARMANCA ME EW E KU ÎXRACAT BIBE 1 MILYAR DOLAR

Lîjneya Rêvebirîya OSB ya Amedê bi çapemenîya herêmî û neteweyî ya bajêr re hatin cem hev û derbarê aborîya bajêr de nirxandin kirin.

 

Serokê OSB'ê Mustafa Fîdan dîyar kir ku OSB a ku ev 33 sal e xebatên xwe dimeşîne ji 4 qonaxan pêk tê, 400 kargeh berheman çêdike û derdora 20 hezar kes dixebitin.

 

Fîdan anî ziman ku wan par ji ber daxwaza erd ên karsazên me yên xwecîhî û bîyanî, ji bo avakirina Qonaxa 5'emîn serlêdan kirin. Fîdan destnîşan kir ku OSB ya Amedê ku îxracata 85 welatan dike, armanc dike ku rêjeya îxracata xwe ya 2023an ku 231,5 milyon dolar bû, di sala 2024an de bigihîne asta 1 milyar dolarê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.