NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ ŞAREDARÎYA ERXENÎ YÊ BERÊ REMEZAN KARTALMIŞ HAT BINÇAV KIRIN

Serokê Berê yê Şaredarîya Navçeya Erxenîyê Remazan Kartalmiş hat binçavkirin.

SEROKÊ ŞAREDARÎYA ERXENÎ YÊ BERÊ REMEZAN KARTALMIŞ HAT BINÇAV KIRIN

Serokê Berê yê Şaredarîya Navçeya Erxenîyê Remazan Kartalmiş hat binçavkirin. Lêpirsînên ku bi biryara Serdozgerîya Komarê ya Amedê li 6 parêzgehan hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Di çarçoveya lêpirsînê de danê sibê Parêzer Remazan Kartalmiş ku Şaredarê berê yê Erxenîyê bû hat binçavkirin. Baroya Amedê, ji bo endamê xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirineke wiha kir; “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de, endamê baroya me Parêzer Remazan Kartalmiş hat binçavkirin. Pêdivîya dadgehkirineke adîl ev e ku kesên tên dadgehkirin, di zûtirîn demê de sedemên tawanbarkirina wan bên agahdarkirin.” Ji alîyê din ve hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna hemwext ya hefteyek bere ku li 6 parêzgehan hat destpêkirin de 119 kesên îfadeya xwe didomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.