AMED

SEROKÊ ŞAXA CIWANAN A AMEDÊ YA AKP’Ê ÎSTÎFA KIR

Serokê Şaxa Ciwanan a Amedê ya AKP'ê Ahmet Mahsum Melîkoglu di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku wî ji wezîfeya xwe îstifa kirîye.

Melîkoglu di daxuyanîya xwe de wiha got: “Ji îro pê ve min ji Serokatîya Şaxa Ciwanan a Amedê ya AK Partiyê îstifa kir ku min bi berpirsyarîyeke mezin girtibûm ser milê xwe.

Rastîyek ebedî li ser kesayetên fanî nayê avakirin. Bi zanebûna ku ev zilma li heqîqetê ye, me ji bo xizmeta doza xwe û bajarê xwe yê ezîz hewl da û bi îzna Xwedê em ê berdewam bin.

Xwedê şerm neke.” Li alîyê din Serokê AKP'ê yê Bajar a Amedê M. Şerîf Aydin jî çend hefte berê ji wezîfeya xwe îstifa kiribû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.