NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ YOK’Ê OZVAR: MAFÊ TU KESÎ NEHATÎYE BINPÊKIRIN

Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YOK) Erol Ozvar, bersiv da niqaşên li ser namzetan ku di Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) de 166 pûan bi dest xistîye û kotaya ji bo jinên ji 34 salî mezintir hatîye veqetandin û wiha got, “mafê tu kesî nehatîye binpêkirin.

” Ozvar, ji Nuran Çakmakçi ya rojnameya Hurrîyetê re re axivî û wiha got, "Ji bilî şert û mercên taybet ên hatine dîyarkirin, piranîya namzetên me yên ku dikevin nava YKS'ê tercîha xwe dikin û li ser esasê kontenjana giştî bi cih dibin.

Li vir ez careke din dixwazim bibêjim ku namzedên ku li gor kontenjana giştî û şertên kontenjana taybet tercîh dikin û têne bi cih kirin, di nav kategorîyên xwe de di rêzên cuda de ne. Ji ber vê yekê di nav namzetan de tu neheqî û binpêkirina mafan ne mijara gotinê ye û ne rast e.

Pevgîhandineke adîl wezîfeya me YOKê ya sereke ye. Ji bo zêdekirina gihandina komên dezavantaj li cîhanê gelek polîtîka tên meşandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.