NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ YSKÊ: 64 MÎLYON Û 113 HEZAR Û 941 HILBIJÊR WÊ DENG BIDIN

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Ahmet Yener derbarê amadekarîyên hilbijartinê de daxuyanî da.

SEROKÊ YSKÊ: 64 MÎLYON Û 113 HEZAR Û 941 HILBIJÊR WÊ DENG BIDIN

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Ahmet Yener derbarê amadekarîyên hilbijartinê de daxuyanî da.

Yener ragihand ku di hilbijartina 14ê Gulanê de bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 941 hilbijêr wê dengên xwe bidin. Yener wiha got, “Li 973 navçe û hezar û 94 lijneyên navçeyan, bi giştî 191 hezar û 884 komîteyên sindoqan tên avakirin. Herwiha li 421 navçeyan wê sindoqên gerok bên danîn û hejmara hilbijêrên ku wê dengên xwe li ser sindoqên gerok bidin 6 hezar û 215 ye. Her wiha hejmara hilbijêrên girtî û mehkûm jî 53 hezar û 172 kes in. 4 hezar û 671 sindoq jî li gumrikê hatin danîn.  Di berdewamîyê de jî hat gotin ku “Hejmara hilbijêrên me yên li derveyî welat 3 milyon û 416 hezar û 98 kes e. Ji 15 û 16ê Nîsanê ve hejmara hilbijêrên navxweyî û bîyanî û pelên zanyarîyên dengderan û lîsteyên dengderan bi partîyên me yên sîyasî re hatine parvekirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.