NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ YSK AHMET YENER, DERBARÊ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DE DAXUYANÎ DA

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) daneyên dawî yên hilbijartina serokkomariyê bi daxuyaniyekê ragihand.

SEROKÊ YSK AHMET YENER, DERBARÊ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DE DAXUYANÎ DA

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) daneyên dawî yên hilbijartina serokkomariyê bi daxuyaniyekê ragihand.

Serokê YSKê Ahmet Yener îro danê sibehê di demjimêr 09:45an de daneyên herî dawî yên derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de eşkere kirin.

Yener, ragihand ku %99ê sindoqên dengdanan hatine vekirin û tenê 27 sindoq mane ku nehatine hejmartin.

Di berdewama daxuyanîya xwe de jî Yener wiha got, “Li giştîyê Tirkîyeyê hejmara sindoqan 192 hezar û 214 ye û ji wan 192 hezar û 187 hatine vekirin û ji wan 27 jî nehatine vekirin. Li derveyê Tirkiyê jî 9 hezar û 594 sindoq hatibûn danîn û ji wan 8 hezar û 65 hatine vekirin. Ji sedî 84.06ê sindoqên derveyê welat hatine vekirin û daneyê wan li sîstemê hatine bar kirin. Hejmartina sindoqên din berdewam e. Li gor daneyên herî dawî rêjeya dengên Recep Tayip Erdogan ji sedî 49.40 û rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 44.96 e. Rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan %5.2 û rêjeya dengên Muharrem Înce jî %0.44 e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.