NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKA EDÎRNE YA ÎYÎ PARTÎYÊ Û 66 ENDAM JI PARTÎYÊ ÎSTÎFA KIRIN

Seroka Edîrne ya ÎYÎ Partiyê Serpîl Balci Goren ragihand ku wan bi tevlê 66 endaman ji partiya xwe îstifa kirine.

SEROKA EDÎRNE YA ÎYÎ PARTÎYÊ Û 66 ENDAM JI PARTÎYÊ ÎSTÎFA KIRIN

Seroka Edîrne ya ÎYÎ Partiyê Serpîl Balci Goren ragihand ku wan bi tevlê 66 endaman ji partiya xwe îstifa kirine.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê Serpîl Balci Goren, bi endamên lijneya rêvebiriyê ya di bin serokatiya navçeya navendê de civîna çapemeniyê li dar xist. Goren, diyar kir ku Navenda Giştî ya ÎYÎ Partiyê li Edîrneyê di tayînkirina Serokê bajêr de îradeya xwe paşguh kir û wiha got, “Li ser navê demokrasiyê xala 26. a rêziknameya partiyê paşguh kiriye.” Goren diyar kir ku bi tevlê 66 endam ji Serokatiya Navçeya Navendî, bi giştî 150 endamên ÎYÎ Partiyê îstifa kirine.

Goren got, "Ez ji bo li dijî her cure neheqiyê li ber xwe bidim, ketime vê rêyê. Ger ez teslîmê vê hawîrdora bêedalet bibim, ez ê bi xwe re têkevim nakokîyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.