GÜNDEM

SEROKATÎYA HERÊMA KURDÎSTANA FEDERE BANG LI PARTÎYÊN SÎYASÎ KIR

Serokatîya Herêma Federe ya Kurdistanê, bang li alîyên sîyasî kir ku yekrêzîyê pêk bînin û pirsgirêkên ligel Hikûmeta Iraqê çareser bikin.

SEROKATÎYA HERÊMA KURDÎSTANA FEDERE BANG LI PARTÎYÊN SÎYASÎ KIR

Serokatîya Herêma Federe ya Kurdistanê, bang li alîyên sîyasî kir ku yekrêzîyê pêk bînin û pirsgirêkên ligel Hikûmeta Iraqê çareser bikin.

Şanda Amerîkayê bi serokatîya Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê (DYA) Brett McGurk, serdana Herêma Federal a Kurdistanê kiribû û bi rayedarên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) re civîyabû.

Serokatîya Herêma Kurdistana Federe derbarê hevdîtinê de daxuyanîyeke nivîskî weşand û tê wiha dîyar kir, “Herêma Kurdistanê rûbirûyê rewşek nedîyar û çendîn pirsgirêkan e. Îro ji her demê zêdetir pêwîstîya me bi yekrêzî û hevkarîya di navbera hemû alîyan de heye, bi taybetî Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ku bi hev re pêşeroja herêmê di destê wan de ye."

Serokatîya Herêma Kurdistanê bang li hemû alîyên sîyasî kir û wiha got, “Hemû nakokîyên xwe bidin alîyekî û bi dîyalogê li çareserîyan bigerin. Li gorî berjewendîyên gelê Herêma Kurdistanê, pêwîste em hemû bi berpirsyarîyeke mezin ji bo aramî û paşeroja navçeyê û ji bo dabînkirina yekrêzîyê tevbigerin. Herwiha em piştevanîya proseya berdewam û pêşkeftinên çareserkirina kêşeyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de dikin. Tevî zehmetîyên berê, em di wê bawerîyê de ne ku em dikarin pirsgirêkên xwe bi Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û kabîneya wî re di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.